Li Bendergeha Basrayê êrişa bi droneyê

Li bendergeha Basrayê ku bendergeha herî mezin a firotina petrolê ya Iraqê ye, bi droneyê êriş li keştiyeke petrolê hate kirin. Di encamê de karê dagirtina petrolê li keştiyan bi demkî hate rawestandin.

Li gorî çavkaniyên Rojnewsê, balafirek bê mirov li Bendera Basra êrişî ser keştiyek ya petrolêkir. Lê ji bilî ziyanên madî ti ziyanên canî çênebûn.

Her wiha hate diyarkirin ku rayedarên Iraqê biryar dane ku hemû operasyonên barkirina petrola xav li hemû stasyonên Basrayê bi awayekî demkî bidin sekinandin, heta ku ewlehiya saziyan tê misogerkirin.

Di heman demê de, keştiya ku hatiye hedef girtin ji aliyê tîma hawarçûnê ya benderê ve hatiye dûrxistin.

Bendergeha Basrayê wekî derîiê deryayî yê sereke yê Iraqê tê hesibandin ku di ser re petrol tê hinardekirin. Bi vê êrişa îro re pêvajoya hinardekirinê hatiye sekinandin û heta niha tu aliyan berpirsîyariya vê êrişê li xwe negirtiye.